Serokê Herêma Kurdistanê se‌rxweşiyê li malbata Nahîde Refîq Hîlmî kir

News
- 20 June 2019

Bi helkefta koça dawî ya xwedê jêrazî xanima Nahîde Refîq Hîlmî ve, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, peyamekî serxweşiyê pêşkêşî malbat û kesukarên wê kir ku eve jî naveroka wê ye:

Pirse û serxweşiyê pêşkêşî malbata xwedê jêrazî xanima Nahîde Refîq Hîlmî û kesukar û dostên wê dikîn ku bi mixabiniyê ve îro li Silêmaniyê koça dawî kir. Bi dil ve hevsoz û hevxema wanîn, xwedayê mezin xwedê jêraziyê bi bihûşta xwe şad û bike û sebir û hedarê bide kesukarên wan.

Xwedê jêrazî xanima Nahîde Refîq Hîlmî ku yadîgarê nivîskar û ronakbîrê navdar û siyasetmedarê Kurd Mamosta Refîq Hîlmî bû, bi nivîsîn û lêkolînên xwe û bi wê xizmeta ronakbîriyê bi dirêjahiya temenê xwe pêşkêş kiriye û herdem bîranîna wê bi xêr dimîne.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
19/06/2019