Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li malbata Yawer Namîq kir

News
- 24 January 2020

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê îro în 24.01.2020 ji bo koça dawiya xwedê jêrazî Yawer Namiq, peywendiyekî telefonî li gel birêz Burhan Caf ê birayê wî, sersaxî û serxweşiyê li malbata wan kir. Hevxemiya xwe li gel wan derbirî û hêvî xwest xwedayê mezin xwedê jêrazî bi dilovanî û bihûşta xwe şad bike.

Ji aliyê xwe ve birêz Burhan Caf jî spas û pêzanînên xwe û malbata xwe ya ji bo birêz Serokê Herêma Kurdistanê û ji bo biserkirin, dilnewayî û hevxemiya wan li gel wan da derbirî.