Serok Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê li Hikûmet û gelê Omanê kir

News
- 11 January 2020

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peyameke serxweşiyê da bi helkefta koça dawî ya Sultan Qabûs Bin Seîd, serxweşiyê li Sultanê nû Heysem Bin Tariq Al Seîd û Gelê Omanê kir ku eve jî naveroka wê ye:

Cenabê rêzdar Sultan Heysem Bin Tariq Al Seîd,

Sultanê Oman, xwedê we biparêze…

Silavên xwedê li we bin.

Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya rêzdar Sultan Qabûs Bin Seîd Bin Teymur gihîşt me. Bi vê helkefta xemgîn ve sersaxî û serxweşiyeke germ li cenabê we û li rêya we ve jî li malbata we ya birêz û hemû gelê Omanê dost dikim. Ji xwedayê mezin tikakarim xwedê jêrazî bi bihûşta xwe ya fireh şad bike û li vê xema dijwar de, hedar û aramiyê bi we bibexşê û gel û welatê we her dem li aştî û aramî û pêşketinê da bin.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
11/01/2020