Daxuyaniya civîna Serokayetiyên Herêma Kurdistanê û Serok Komar û aliyên siyasî

News
- 5 November 2019

Îro sêşem 05/ 11/ 2019 bi amadebûna birêz Dr Berhem Salih Serok Komarê Iraqa Federal, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, birêz Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rêzdar Rêwaz Fayiq Seroka Parlemena Kurdistanê, Desteya Serokayetiyên Herêma Kurdistanê û Serok û Nûnerên aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê, li Serokayetiya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê, ji bo guftûgokirina di derbarê rewşa Iraqê û eger û pêşhatan û bandorên wê yên li ser proseya siyasî li Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî civîneke berfireh encam dan.

Hemû beşdarên civînê bi girîngiyê ve li rûdanên Iraqê dinêrin û wiha bawerin ku ewê îro li qada siyasî û îdariya Iraqê da rûdide, encama kêmasiyên kombûyên çendîn saliya hukimranî û bi cîh nekirina destûrê bûye, ji bo wê yekê li civînê da bi dilgiraniyê ve wê rewşê nirxandin, heman demî de ji bilî derbirîna dilgiraniyên li beramber qurbaniyên xwepêşanderan û hêzên emniyan, dakokî li mafê raderbirîn û azadiya hemwelatiyan yên li daxwazkirina mafên wan de kirin.

Beşdarbûyên civînê li gel daxwazên rewayên xelkê Iraqê ne û piştevanin ku Hikûmeta Iraqê rêkarên pêwîst ji bo çaksazî û bi deng ve hatina daxwaziyên rewayên wan li ber bigrin.

Li civînê de parastina aramiya Iraqê û damezrawên destûrî û yasayiyan bi pêwîst zanîn, li gel ber çav girtina rewşa navçeyê û eger û gefên serhildana terorê û hêzên tundrew li ser Iraqê, bi taybetî bandora wan ya li ser navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêmê.

Mijareke dinê civînê taybet bû bi hevhelwestiya aliyê siyasiyên Herêma Kurdistanê li beşdariyekî bi bandor ya ji bo çareserkirina giriftên Iraqê bi giştî û dakokîkirina li mafên destûriyên Herêma Kurdistanê û tevahiya pêkhatan. Li vî derbarî de tekez li ser hewlên aliyên siyasiyên Kurdistanê ya ji bo hevkarîkirina Iraqê ya bi navê derbasbûna ji qeyranan û desteberkirina hukimraniyekî dirust û pêkanîna çaksazî û ber bi çav girtina mafên hemû pêkhatan kirin.

Babeta daxwaziya hemwarkirina destûra Iraqê, mijareke dinê girîngê civînê bû. Li vî derbarî de beşdabûyên civînê tekez kirin ku li her hemwarekî destûrê da divê sîstema federalî û maf û azadiyên hemû pêkhatên Iraqê û maf û taybetmendiyên Herêma Kurdistanê û qeware destûriya wê parastî bin.

Beşdarên civînê tekez kirin ku ewlewiyeta Herêma Kurdistanê û sazî û damezrawe û aliyên dinê, parastina aramî û destkeft û berjewendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê û rûbirûbûna teror û berdewamiya proseya çaksaziyê dibê û piştevaniya çaksaziyên li Iraqê dikin. Bi vê navê da jî hemû Kurdistaniyan dilniya dikin ku bi yekrêzî û yek helwestî kar dikin û destkeft û berjwendiyên Herêma Kurdistanê diparêzin.