Serokê Herêma Kurdistanê serxweşiyê li Şahê Suudiye kir

News
- 29 July 2019

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peyameke serxweşiyê da ji bo rêzdar Şah Selman Bin Abdulezîz Al Suud Şahê Erebîstana Suudiye, bi boneya koça dawî ya Mîr Bender Bin Abdulezîz Al Suudê birayê wî, pirse û serxweşiyê li wan û malbata wan ya rêzdar û gelê Erebîstana Suudiye kir.

Li peyama xwe da birêz Serokê Herêma Kurdistanê ji bilî derbirîna hevsozî û hevxemiyê, hêviya bihûştê ji bo xwedê jêrazî û sebir û hedarê jî ji bo rêzdar Şahê Erebîstana Suudiye xwest.