Serok Nêçîrvan Barzanî: Kar ji bo yekrêziya aliyên Kurdistaniyên li Bexdayê dikîn

News
- 6 November 2019

Piştî bi dawî hatina civîna Serokayetiyên Herêma Kurdistanê û Serok Komar û aliyên siyasî, li civîneke rojnamevaniyê da birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê behsa naveroka civînê kir.

Di destpêkê de rêzdar li gotarek da got: “Îro li Serokayetiya Herêma Kurdistanê me civîneke girîng hebû, bi amadebûna cenabê Serok Komar birêz Dr Berhem Salih ku ji Bexda ve kerem kiribû, her wiha bi amadebûna birêz Seroka Parlemena Kurdistanê û Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê û hemû ew hêzên siyasiyên ku li nav Parlemena Kurdistanê de kursiyên wan heye, me civîneke girîng li ser rewşa niha ya Iraqê encam da û çawayiya muamelekirina Herêma Kurdistanê li gel vê babetê hate nirxandin. Li civînê de hemû beşdarbûyan li ser wê yekê hevdeng bûn ku piştgîriya wan daxwaziyên rewa bikin ku ji aliyê xwepêşanderên Iraqê ve niha tê daxwaz kirin, li pirsa pêşkêşkirina kargêrî, şefafiyet, karên zêdetir ji bo hemû cihên Iraqê, em ji Herêma Kurdistanê piştgîriyeke tevahî li van daxwaziyên wan dikin. Her li civînê de me behsa ewe kir ku pêwîste Herêma Kurdistanê bi hemû awayek ve yekhelwest bê bi wê wateyê ku bikarê yarmetiya hemû hêzên dinê Iraqî bide bo ku ji wê kêşeya îro Iraq lê ketiye me hemûyan berpirsiyariya xwe heye li gor qebareya xwe. Em jî wekî Herêma Kurdistanê bi wê berpirsiyariya xwe radibîn ku îro li ser milê meye û hemû hewlekî me ewe dibê bikarîn yarmetiya Iraqê bi awayeke giştî bidîn, yarmetiya hemwelatiyên Iraqê bidîn bi awayeke giştî ku bi hêviya xwedê ji wê nexweşî û tengaviyê derbikevin. Em piştgiriya tevahî li wan çaksaziyan dikin ku Hikûmeta Iraqê dest pêkiriye û daxwaz dikin her çi zûtire ew çaksaziyên ku behsê dikin bikevê warê bi cîhkirinê. Li civînê da her wiha me behsa destûrê kir. Em piştgîriyê li daxwaziyên rewa û destûrî ya gelê Iraqê dikin, li heman demê da aramiya û parastina damezraweyên fermiyên welat bi erkê hemû aliyek dizanîn. Aliyên Kurdistaniyên beşdarbûyên civînê tekez li ser ewe kir ku rola xwe pêştir hebûye ji bo nivîsîna destûra Iraqê û dûpat kir her hengavek pêwîst bê bo ku Iraq berev aqarekî baştir biçe, piştgîriya hengavan dikin. Niha ku dawakariya hemwarkirina destûrê tê kirin, bi nêrîna me eger destûr pêwîstî bi hemwarkirinê hebê, divê li keşuhewayekî aram da ev prose bê encamdan û eger her hengavek li hemwarkirina destûrê ji bo berjewendî û pêkanîna daxwaziyên hemwelatiyên Iraqê bi awayeke giştî bê, bêguman Herêma Kurdistanê piştgîriyê dike.”

Paşê li bersîva pirsiyarek da di derbarê hengavên paşaroja van civînan û rewşa paşaroja Iraqê û bandorên wê yên vê rewşê li ser Herêma Kurdistanê, birêz Nêçîrvan Barzanî got: “Pêştir Hikûmeta Herêmê lîjneyekî damezrandiye ku karê lîjneyê palpiştê şanda Herêma Kurdistanê dibe li Bexda, ji bo pirsa destûr ku bi Serokayetiya Wezîrê Dad e, ew serdana Bexda dikin bi hemahengî li gel fraksiyonên Kurdistaniyên nav Parlemena Iraqê û beşdarî û serpereştiya Serok Komarê Iraqê birêz Dr Berhem û hewl didin ewê pêwîste li nav Parlemen axaftin li ser bêkirin li pirsa destûrê da, bêguman ewê li Iraqê de pêktê bandora wê li ser Herêma Kurdistanê jî dibê, wekî min got siyaseta me li Herêma Kurdistanê eweye piştgîriya hemû hengavekî çaksaziyê dikin li Iraqê û piştgîriyê jî li wan hengavan dikin ku Iraqê berev çaksaziyê bibe û bi raya me ew daxwazî dikare, daxwaziyên xelkê yên ji bo baştirkirina jiyana wan ya rojane û ji bo çaksaziyê bin, ew dawakariyên rewane û divê hikûmet bi girîngiyê ve werbigrê, li gel ewe da jî em bawer nakin kêşeyên Iraqê kêşeyên yek salî ya hukimraniya cenabê Serok Wezîr birêz Adil Abdulmehdî bê, ev kêşe pêştir jî hebûn û bêguman yek sal demeke gelek kême ji bo her Serok Wezîrek ku bikarê kêşeyan çareser bike, eve dem jêre pêwîste û pêwîste hemû Iraqî pêkve li vî welatî de yarmetiya proseya çaksaziyê bidin. Ji ber ku îro ewên xwepêşandanê dikin, daxwaza baştirkirina jiyana xwe dikin. Daxwaza birêvebirineke baştir dikin, daxwaza şefafiyetê dikin û eve daxwaziyeke rewaye ji bo wan hemû pêkhatên ku li Iraqê da dijîn”.

Di derbarê rewşa navxweya Herêma Kurdistanê û peyama Serok Komarê Iraqê ya ji bo vê civînê, Serok Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku “Hez dikim we piştrast bikim ku kêşeyekî mezin li navbera hêzên siyasiyên Herêma Kurdistanê da nîne û kêşeyekî mezin jî bi taybetî li navbera Partî (PDK) û Yêkîtî (YNK) da nîne û eger hebê jî we piştrast dikim bi diyalog û civanan û pêkve rûniştinan bi hevre têne çareser kirin û tiştekî ewqas mezin nîne. Ez piştrastim çareseriyê ji bo wan peyda dikîn. Beşdarîkirina Serok Komar li civînê da peywendî bi wê yekê ve hebû ku cenabê wî Serok Komarê Iraqe, bi xweşhaliyê ve cenabê wî daxwaziya me qebûl kir, ji bo beşdarîkirina wê civînê da û zêdetir axaftinê li ser rewşa niha ya Iraqê kir û şiroveyekî tevahî ji bo amadebûyan behs kir. Li daxuyaniya îro da ku em bi awayeke giştî me ragihand, ew tiştên li civînê da hatin behs kirin li daxuyaniyê da rengvedaye”.

Di derbarê yekrêziya aliyên Kurdistanî beramber wan gefên li ser Herêma Kurdistanê heye, birêz Serokê Herêma Kurdistanê ragihand: “Bêguman metirsî li ser Herêma Kurdistanê heye, Da’îş heta niha jî metirsiye li ser Herêma Kurdistanê û hemû Iraqê. Ji bo derketina ji wê rewşa niha heye, merca yekem parastina yekrêzî û yekdengî û komdengiye li Herêma Kurdistanê û hemû hewlek didîn wê yekrêzî û yekdengiya li Herêma Kurdistanê bê desteber bikin û bi xweşhaliyê ve li civîna me ya îro da ew yek helwestiya li ser babetên cûdayên Herêma Kurdistanê hebû”.

Li bersîva pirsiyarekî din da di derbarê amadekariyên Herêma Kurdistanê ji bo her egerek ku li Bexdayê rûbide û aliyên pişt wan rûdanan li Bexda û parêzgehên dinê Iraqê de rêzdar got: “Eger temaşa ekranên telefizyonan bikîn bi hêsanî derdikevê ewên xwepêşandanê destpêkirin xortin, ne rejîma Sedam û ne jî Amerîka li bîra wan tê. Bêguman xwepêşandan xwezayî bûye û bi navê baştirkirina jiyana li Iraqê kirine, paşê xelkekî din sûwarê wê lehiyê bûye û aliyek xwestiye bi awayeke din û bi aqarekî din ve bibe ku eve babetekî dine. Lê belê em bi nêrîna me li destpêkê de ew daxwaziyên rewa ya gelê Iraqê ne û daxwaziyên xortên Iraqê ne ku dixwazin wan jiyanekî baştir hebê û bi raya min ev daxwaziyên wan rewane û ewê dibîhîsin hem serokayetiya siyasî li Iraqê bi awayeke giştî van dengan gelek bi ciddî wergirtine û bi piştrastiyê ve êdî hewlên ciddî tê dayîn ji bo baştirkirina debara xelkê hemû Iraqê û em wiha pêşbînî dikîn ji ber ku peyama xwe gihandin. Peyama wî xelkî û peyama wan xortan eweye ku dixwazîn me jiyanekî baştir hebê, em xizmetguzariyê dixwazîn û kar dixwazîn. Ev peyam jî bi serkirdeyên Iraqê bi awayeke giştî bi her hemûyan ve gihîşt. Ez piştrastim ji wê yekê ku êdî hewleke ciddî tê dayîn, her hikûmetek li Bexda hewleke ciddî dide bo ku van daxwaziyan bixe warê bi cîhkirinê. Em li Herêma Kurdistanê ewe nîne ku xweşhal bîn ku rewşa Iraqê têkbiçê. Tişt bi pêkve girêdayîne, hewla serokayetiya siyasiya Herêma Kurdistanê îro bi hemû awayekî eweye rewşa li Bexda bê aram kirin. Li gel wê yekê divê daxwaziya xwepêşanderên Iraqê bi girîngî bê wergirtin û ji bo bi cîhkirina wan karên ciddî bê kirin”.

Di derbarê rengvedana yekrêziya Herêma Kurdistanê ya li ser karên fraksiyona Kurdistaniyan li Bexda, birêz Nêçîrvan Barzanî ronahî kir: “Li civîna pêştir da me biryara ewe daye hevpeymaniya fraksiyona Kurdistaniyan dirust bikîn. Wate bi hemû pêkhatên xwe ve û niha li Serokayetiya Herêm bi ciddî kar li ser ewe tê kirin û hêvîdarîn di demeke nêzîk da bikarîn hevpeymaniyekî yekgirtî li nav hemû hêzên Kurdistaniyên li Bexda rabigihînîn û bêguman ewê ku zamine ji bo rewşa Herêma Kurdistanê, ew yekrêziye ku divê tekez li ser bikîn û li navbera hemû pêkhatên Kurdistanê ji bo wê yekê hewl bidîn”.

Li bersîva pirsiyarekî din ya di derbarê koknebûna berpirsên siyasî yên Herêma Kurdistanê û peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel Tirkiyê de, rêzdar got: “Dema kabîneya nehema Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate pêkanîn. Li programa birêz Serok Wezîr da ewlewiyeta yekem ji bo ewe hatiye destnîşan kirin ku kêşeyên li gel Bexda bêne çareser kirin û her li roja yekem ve jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wê arasteyê ve hengav avêtiye ku kêşeyên li gel Bexda bêne çareser kirin. Bêguman Bexda jî heman xwest heye ji bo çareseriya kêşeyan li gor destûra Iraqê. Civîn jî li navbera Bexda û Hewlêrê destpêkir û em niha jî wiha pêşbînî dikîn piştî wê yekê ku rewş aram bibê bi hêviya xwedê pêkbînîn. Carekî din guftûgoya li navbera Bexda û Hikûmeta Herêma Kurdistanê destpêdike û bêguman dikarim eve bibêjim ewlewiyeta yekema Hikûmeta Herêma Kurdistanê çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûra Iraqê li gel Bexda û eve her bi karê me yê pêşîn dimîne. Peywendiya me li gel Tirkiyê asayiye û Tirkiye cîranê me ye û hîç tiştek li peywendiyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê da neguheriye”.

Di derbarê metirsiyên Herêma Kurdistanê ya ji bo hemwarkirina destûra Iraqê û hevkariya Herêma Kurdistanê ya ji bo Bexda û ji bo derbaskirina rewşa niha de, Serok Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Nêrîna me ewe nîne destûr kêşe bê, belku bi raya me bi cîhnekirina destûrê kêşeye li Iraqê da neku destûr bi xwe. Ewê ku destûr piştguh xistine li van salên derbasbûyî da ku nehiştine destûr bê bi cîhkirin ku sedî heştihê gelê Iraqê deng ji bo wê dabû û piştguh xistin û nehiştin bê bi cîhkirin. Eger em biçîn ser babetan bi raya me kêşeya serekî li wê yekê daye ku destûr hatiye piştguh xistin. Siyaseta Herêma Kurdistanê bi hemû aliyan ve ewe dixwaze yarmetiya Iraqê bidin ku ji vê rewşê derbikevê. Ji ber ku kêşeya Iraqê kêşeya Herêma Kurdistanê ye jî, em bi ciddî hemû hewlek didîn bo ku Iraq bikarê ji wê qonaxê derbas bibê. Lê belê bila eve jî bi vekirî bibêjim ku xelkê Iraqê hêjayî jiyanekî baştire. Xortên Iraqê hêjayî jiyanekî gelek ji wê yekê baştir heye û ew xwe li gel welatên din berawird dikin. Bêguman Iraq welatekî dewlemende hem li rûyê şiyana mirovî û hem li rûyê sermaye ve. Ji ber wê yekê eve pêwîstî bi yekê heye ku bê rêkxistin û niha dibînîn hem birêz Serok Wezîr bi xwe û hem Hikûmeta Iraqê bi ciddî hewl didin. Lê belê gelek zûye nirxandinê li ser Serok Wezîrek bikî ku ev yek sale kar dike”.

Di derbarê senaryoyên paşaroja Iraqê wekî hilweşandina Hikûmetê û encamdana hilbijartina pêşwexte û helwesta Herêma Kurdistanê beramber van senaryoyên siyasî, birêz Serokê Herêma Kurdistanê eşkere kir: “Em li wê baweriyê da nînin hilbijartin kêşe bê, eger hilbijartin bê kirin, her ew têne desthilat ku niha wan dibînîn. Girîngtirîn tişt eweye hevdîtinên ciddî li navbera hêzên siyasiyên Iraqê bêne encamdan û bi zelalî kêşeyan destnîşan bikin û bizanin kêşe li kû ne? Bi baweriya me her tiştek li niha de lezê lê bê kirin neku tenê rewşa Iraqê berev baştir naçê. Belku rewşa Iraqê berev xeraptir dibe”.

Li dawiyê da jî bersîva pirsiyarek da di derbarê çarçoveya mayîna mafên destûrî û yasayiyên Herêma Kurdistanê li destûra Iraqê da û berdewamiya civînên Serokayetiya Herêma Kurdistanê li gel aliyên siyasî yên Kurdistanê de, Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Pêwîste em û hêzên Iraqiyan jî pirsiyar li xwe bikîn ku gelo mebesta hemwarkirina destûra Iraqê çiye? Gelo mebest eweye Iraqê berev paşarojeke baştir yan berev aqarekî xeraptir bibîn? Eve pirsiyarekî cewheriye. Herêma Kurdistanê wekî herêmek û qewareyek li Iraqê da piştî sala dû hezar û pênç li gor destûra Iraqê hatiye pejirandin. Eger mebest eweye destkeftên Herêma Kurdistanê ji wê yekê ku niha heye kêmtir dibê, li wê baweriyê da nînim eve bibê sedema aramiya siyasî li Iraqê da. Her wiha pêşbîniyê jî nakim hîç hêzekî Iraqî bixwaze destkeftên Herêma Kurdistanê kêm bike. Bawer nakim kes li Iraqê îro bixwaze destkeftên Herêma Kurdistanê kêm bike. Ji ber ku eger mebesta hemwarkirina destûr aramiya siyasiya Iraqe, bêguman bi kêmkirina birge û maddeyên ku peywendiya wan bi Herêma Kurdistanê ve heye, ew aramî dirust nabê. Carekî din ewe dûpat dikim ku em bawerin piştguhxistina destûrê kêşe bûye neku hemwarkirina destûr. Li van hemû salan nehiştine destûr wekî xwe bê bi cîhkirin û kêşe ji wê yekê destpêkiriye. Gelê Iraqê îro av û kareba û xizmetguzarî pêwîste û ev tişt zêdetir girîngin. Bila mînakek ji bo we bînim, caran hinek ji aliyên siyasiyan eger xwestibûyan caddeya Iraqê tevbigerînin, diviya hinek axaftinan li Herêma Kurdistanê re bibêjin. Îro gelê Iraqê bersîva van hêzan daye her hemûyan ji wan re gotin em qebûl nakîn ku xizmetguzarî nîne xetayê wê bixin ser Herêma Kurdistanê. Peyama wan gelek rûne û daxwaza xizmetguzarî û kar dikin û em jî piştgîriyê li wan daxwaziyan dikîn. Ji ber ku gelê Iraqê hêjayî jiyanekî baştire, pêwîste serkirdeyên Iraqê vê pirsê bi ciddî werbigrin li Herêma Kurdistanê heta hemû navçeyên din û divê hewleke ciddî bidin ji bo baştirkirina jiyan û guzeraniya Iraqê bi giştî her ji Zaxo heta digihe Faw.

Di derbarê pirsiyara dûyem jî belê civînên me berdewam dibê û pêştir jî me civînan encam daye û evê ku îro jî me encam da û bi xweşhaliyê ve hemû hêzên siyasiyan beşdar bûn û li gor rewş û wan pêşhatên ku têne pêşve, civînên me berdewam dibê”.