Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih tekez li ser aramiya Iraqê kirin

News
- 13 November 2019

Li berdewamiya serdana xwe ya Bexdayê de, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel, berî nîvroya îro çarşem 13/11/2019 li Koşka Komariya Selam li Bexda civiyan.

Serok Nêçîrvan Barzanî û Serok Berhem Salih rewşa siyasî û emniya Iraqê û peywendiyên Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqa Federal guftûgo kirin û tekez li ser girîngiya aramiya li welat û pêkanîna jiyanekî baştir ya ji bo hemwelatiyan kirin.