Serokê Herêma Kurdistanê û Şabender rewşa Iraqê nirxandin

News
- 8 October 2019

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz Îzet Şabender siyasetmedarê Iraqî, xwepêşandanan û pêşhatên emniyên dawî yên li Bexda û parêzgehên dinê Iraqê û çawayiya muamelekirina li gel rûdanan û hewlên ji bo aramkirina rewşê û rêgirîkirina li berfirehbûna tundiyan guftûgo kirin.

Li hevdîtina ku îro sêşem 08.10.2019 li Hewlêrê hate encamdan, pêşbîniyên proseya siyasî ya li niha û paşaroja Iraqê, çend pirsekî dinê di derbarê gef û metirsiyên serhildana terorê û pêşhatên li Sûriye û rewşa navçeyê bi giştî hate nirxandin.