Nêçîrvan Barzanî û Şêx Cemal Elzarî civiyan

News
- 9 October 2019

Serok Nêçîrvan Barzanî li gel birêz Şêx Cemal Elzarî Emîndarê Giştî yê Projeya Niştimaniya Iraqê, pêşhatên dawî ya rewşa Iraqê û xwepêşandanên Bexda û parêzgehên dinê Iraqê xiste ber behs û tekez li ser hestiyariya rewşê û pêwîstiya û parastina aramiyê û jiyan û ser û mala hemwelatiyan û sazî û damezraweyan kir.

Li hevdîtina ku îro çarşem 09/10/2019 li Hewlêr, her dû alî hengavên Hikûmeta Iraqê ji bo bidengveçûna daxwazên rewayên xwepêşanderan bi erênî nirxand. Her wiha rûdan û pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî guftûgo kirin.