Nêçîrvan Barzanî û Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî rewşa Iraqê guftûgo kirin

News
- 9 September 2019

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê tekez li wê yekê kirin ku diyaloga Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federala Iraqê ya ji bo çareserkirina kêşeyên helawestiyên di navbera her dû aliyan de û çawayiya muamelekirina li gel kêşeyan da, pêwîstî bi mekanîzmekî guncawa baştir heye. Her wiha rêzdar rûn kir ku merc nîne lîjneyên di navbera her dû aliyan siyasî bin, belkû li gelek waran da jî lîjne dikarin teknîkî bin.

Li civîna li gel xatûna Jeanine Plasschaert Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê, îro dûşem 09/09/2019 Serok Nêçîrvan Barzanî pesna rola Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir û tekez li ser girîngiya berdewamiya rola UNAMI ya ji bo hevkarî û yarmetîdana Hikûmeta Federala Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser berdewamiya diyalog û çareserkirina kêşeyan kir.

Li civînê de her dû alî peywendiyên Hewlêr û Bexda, pirsa budceya giştî ya sala nû ya Iraqê, rewşa parêzgeha Kerkûk û çawayiya beşdarîkirina hilbijartina parêzgehan da, navçeyên nakokî li ser û maddeya (140) proseya siyasî ya Iraqê û rewşa emnî ya welat, rewşa koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê û çawayiya vegerandina wan ya ji bo cih û warên wan, rewşa koçberên Êzdiyan û navçeya Şingal û çend pirsekî din guftûgo kirin.