Nêçîrvan Barzanî serxweşiyê li kesukarên qurbaniyên Kerbela kir

News
- 10 September 2019

Li peyamek da birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pirse û serxweşiyê pêşkêşî kesukarên qurbaniyên rûdana îro ya Kerbelayê kir û amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo pêşwazîkirina li birîndaran derbirî ku eve jî naveroka wê ye:

Pirse û serxweşiyên xwe yên kûr pêşkêşî kesukarên qurbaniyên rûdana îro ya Kerbela dikîn ku li encama qerebalixî û li ser yek da ketina beşdarên rêwresma olî ya Şîe, zêdetirê (30) kesan canê xwe ji dest da û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Bi dil ve hevxem û hevsozê wanîn û xwedayê mezin sebir û hedarê bide wan, hêviya bihûştê ji bo qurbaniyan û bi lez başbûna birîndaran dixwazîn. Herêma Kurdistanê ji bo hemû hevkariyekî pizîşkî û pêşwazîkirina birîndaran amadeye.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
10/09/2019