Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Fînlenda kir

News
- 16 January 2020

Serok Nêçîrvan Barzanî spasî hevkariyên Fînlenda yên ji bo Herêma Kurdistanê li şerê dijî Da’îş da kir û dûpat kir ku hê jî gef û metirsiyên teror her mane. Her wiha ragihand ku Herêma Kurdistanê naxwazê Iraq bibê qada yek alîkirina kêşe û nakokiyan û hewl ji bo vegerandina aramiya Iraqê dide.

Li hevdîtina berî nîvroya îro pênçşem 16/01/2020 li Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz Vesa Häkkinen Balyozê Fînlenda li Iraqê, pîrozbahiya destbikarbûnê li Balyozê Fînlenda kir û hêviya serkeftinê li karê wî yê nû da xwest û tekez li ser berev pêşvebirina zêdetirê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Fînlenda ya li hemû waran da kir.

Ji aliyê xwe ve birêz Häkkinen behsa serdana xwe ya li hêzên Fînlenda wekî beşek ji hêzên Hevpeymaniya Dijî Da’îş li Herêma Kurdistanê kir û berdewamiya hevkariya welatê xwe li çarçêweya hêzên hevpeymanan da ji bo yarmetîdana artêşa Iraqê û Pêşmerge dûpat kir bi taybetî li rûyê meşq û rahênanê ve.

Nirxandina pêşketinên dawî ya rewşa Iraqê bi cîh kirina daxwazên xwepêşanderan, hewlên ji bo vegerandina aramî, peywendiyên Hewlêr û Bexda û çareserkirina kêşeyên di navbera wan bi diyalogê û li ser bingeha destûr, rewşa aborî û derfeta veberhênanê li Herêma Kurdistanê ku bingeheke baş heye ji bo veberhênanên biyanî, aliyekî dinê vê hevdîtinê bûn.