Nêçîrvan Barzanî: Sîstema Iraqê ya bi giştî de kêşe heye

News
- 6 November 2019

Li êvariya yekemîn roja karên dîdara Meri da ku îro sêşem 05/ 11/ 2019 li Hewlêrê birêveçû, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê beşdarî dîbeytekî kir.

Li dîbeytê da Serok Nêçîrvan Barzanî di destpêkê de spasî rêkxerên dîdara Meri ya ji bo dawetkirinê û bi xêrhatina mîhvanan kir. Paşê behsa civîna îro ya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya li gel partî û aliyên siyasiyên beşdarî Parlemena Kurdistanê û ya bi amadebûna birêz Dr Berhem Salih Serok Komarê Iraqê kir û got:

Civîna me ya îro bi beşdariya Serok Komar ku ji Bexda ve kerem kir, hemû aliyên siyasiyên li Kurdistanê beşdarî kirin. Mijara serekiya civînê li ser wê pirsê bû ku niha li Bexdayê heye, ew xwepêşandanên niha li Bexda heye, me nirxandinê li ser kir.

Em li Herêma Kurdistanê bêbeş nînin û nikarîn xwe bi bêbeş bizanîn ji wan tiştên ku li Bexdayê rûdidin. Bêguman ewê li Bexda rûdide bi cûreyek ji cûreyan bandora xwe li ser Herêma Kurdistanê jî heye. Berî wê yekê ku behsa wê civînê bikim, min pê başe piçek li ser wan xwepêşandanan bipeyvim ku li Bexda û cihên dinê Iraqê de heye. Eger bala xwe bidîn wan xwepêşandanan, dibînîn ku xwepêşandan zêdetir ji aliyeke nifşeke ku temenê wan ji 15 heta 22 û 23 û 24 salîne. Birastî ne rejîma Sedam û ne hatina hêzên Amerîkayê li bîra wane, ku wate bêguman wan sedemên din heye li van xwepêşandanan da.

Bi raya me ev xwepêşandan di destpêkê de xwezayî bûn, ewê ku tê behs kirin xelkekî din li pişte, bi baweriya min zêdetir daxwaziyên rewayên xelkê Iraqe. Her li piştî 2003 ve heta niha bê hêvîne û nizanin welat berev kû ve diçe û xwe bi hêjayê jiyanekî baştir dizanin ku birastî jî wihaye û dixwazin xizmetguzariyên zêdetir pêşkêşî wan bêne kirin û derfetên zêdetirê karkirinê ji bo wan birexsênin. Bi awayeke giştî westabûna ji wan hemû sozên ku li salên derbasbûyî de bi wan hatiye dayîn û hîç nehatine kirin.

Gelek car me behs dikir û digot, Iraqa berî 2003 û piştî 2003, lê belê ez bawerim niha dema eweye bibêjîn Iraqa berî cotmehê û piştî cotmehê. Eve Iraqekî bi giştî nûye, xelkê Iraqê dengê xwe gihand, ji wan hemû diruşm û axaftin û wan hemû tiştên ku berê bi wan hatiye firoştin westiyane û dixwazin wan jiyan û rewşeke baştir hebê. Heta niha hîç kesek mekanîzmekî pêşkêş nekiriye ku çawa kêşe çareser dibin.

Em ji Herêma Kurdistanê daxwaziyên xwepêşanderan bi rewa dizanîn. Em bawerin ew daxwazî, daxwaziyên hemwelatiyan mafekî wan yê xwezayîne ji desthilatê bikin û divê ewe jî bizanin ku tenê Serok Wezîr berpirsiyar nîne beramber wê rewşa xerap. Belku bi giştî sîstema siyasiya Iraqê berpirsiyare ji sala 2003 ve heta niha. Serok Wezîr yek sale desthilatê wergirtiye, bêguman li yek salê da jî kopala sîhrê bi dest ve nîne ku bikarê hemû kêşeyan çareser bike. Bi piştrastiyê ve divê derfeteke zêdetir bi wî bê dayîn. Lê belê li gel ewe da jî peyama xelkê rûne, xelk ji vê sîstema siyasî ya Iraqê westiyaye û mafê wane vê sîstema hemû li ser bingeha beş beşbûna partiyane û xelkê ji wê yekê westand û peyama xwe jî gihandin û hêvîdarim hemû serkirdeyên Iraqê wê peyamê werbigrin.

Em jî li Herêma Kurdistanê da divê wane ji wê yekê werbigrîn, ji ber ku her wekî çawa min behs kir ewê li Bexda û Iraqê rûdide, bandora xwe li ser Herêma Kurdistanê jî dike. Berê dihate gotin ewê li Bexda rûdide mafê me li ser wê yekê nîne her çi dibê bila bibê. Lê belê eve yekemcare gelek bi ciddî Herêma Kurdistanê gelek dilgirane ji wê rewşa niha li Bexda û navçeyên din heye. Îro bi dirêjahî me behsa van babetan kir. Me tekez kir ku em hevkar dibîn wekî Herêma Kurdistanê bi hemû hêzên siyasiyan ve ji bo çareserkirina kêşeyên li ser bingeha destûra Iraqê yarmetiya Bexda bidîn.

Di derbarê mekanizma çareserkirina wê rewşa Iraqê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve ku li civîna îro da hatibe behs kirin. Birêz Serokê Herêma Kurdistanê eşkere kir:

Ewê li Herêma Kurdistanê dikarîn encam bidîn, eweye zêdetir yarmetîdana wane, yarmetîdana Bexdaye, ji bo wê yekê ku mekanîzmek pêşkêş bike û em yarmetiya wan bidîn ku çawa têda serkevin. Ewê girînge niha bi guherîna hikûmetê û hilbijartina pêşwext û guherîna destûrê, bi baweriya min evan hemû çareser nînin.

Divê hemû hêzên Iraqiyan hevdîtineke ciddî bikîn û mekanîzmekî din peyda bikin, bi awayek ku rengvedana daxwaziyên vî xelkê bê ku îro hatine ser kolanan. Sîstema Iraqê ya bi giştî de kêşe heye, girîngtirînê wan pirsa aboriye, heta niha zelal nîne aboriya Iraqê çi cûre aboriyeke. Gelo sîstemeke sosyalîstiye, yan bazara azade? hemû Wezaretên Iraqê bi dehan û sedan kompanyayên xwe heye. Her li nav Wezaretan bi xwe da heye ku kompanyayekî din ji derve tê û dixwaze kar bike bi tu awayekî nahêlin kar bike û eve jî hemû gendelî û neşefafiyê dirust dike.

Iraq pêwîstî bi wê yekê heye çareseriyeke ciddî ji bo vê pirsa aborî û siyasî peyda bike û rûnin. Ji ber ku îro zêdetirê ji sedî nohtê derameta Iraqê li ser nefte. Dema behsa Iraqê dikim, naxwazim Herêma Kurdistanê cûda bikim ji wan kêşeyan û bibêjim rewşa me gelek baştire. Ez dixwazim bibêjim kêşeyên Iraqê bi awayeke giştî, awayê bîrkirina îdaredana Iraqê kêşeyekî mezine, ne destûr kêşeye û ne hilbijartin kêşeye. Sîstema siyasî ya li Iraqê da bi giştî pêwîste dîsa ji nû ve axaftin li ser bê kirin bi taybetî li warê aboriyê da.

Ez eger li şûna wan bim, minê daxwazê ji Banka Navdewletî bikira û daxwazê ji IMF bikira û bigota fermo werin yarmetiya min bidin. Minê bigota min kêşeyekî ciddî heye û li rûyê teknîkî ve yarmetiya Iraqê bidin. Iraq dewlemende çi li rûyê samanên xwezayî û li rûyê şiyanên mirovî ve, neft û xaz û hemû tiştekî heye. Wate pêwîste li Iraqê modelek bê pêşkêş kirin ji bo çawayiya birêvebirina welat. Ewê niha heye xelk jê westiyaye û xwe nagire.

Di derbarê destûr û hemwarkirina wê de, Serok Nêçîrvan Barzanî ragihand:

Xwepêşandanên Iraqê derxist ku bi nêrîna min ji bo hemwelatiyên Herêma Kurdistanê gelek girîng bû. Caran aliyên siyasiyên li Iraqê ku dixwestin dengan kombikin, li televizyonê ve dijî Herêma Kurdistanê axaftinan dikirin û wiha bawerbûn ku bi vî awayî dikarin dengan kombikin. Dema ku me digot hûn ji bo çi bi vî awayî êrîşî ser me dikin? digotin ji ber raya kolanên xwe û deng komdikîn û herdem jî Herêma Kurdistanê hêcetek bû heta êrîş ser bikin.

Xweşbextane yekemcar gelê Iraqê bi van xwepêşandanên ku kirin, ji serkirdeyên Iraqê re gotin, em ji wê yekê westiyan ku heta niha hûn bi me difroşin. Em xizmetguzariyê dixwazin, em jiyanê dixwazin, av û kareba dixwazin, peyama xelkê Iraqê bi awayeke giştî yekemcare her ewan bi xwe vê yekê encam dan ku cihê rêz û spasiyê ye.

Dema behsa guherîna destûrê tê kirin, em li Herêma Kurdistanê bibêjin nabê eve bêkirin, pirsyara me heye, mebesta we ji guherîna destûr çiye? bersîva her take kesekî eweye, ew dixwazin destûrê biguherîn ji bo wê yekê ku aramiya siyasî li Iraqê bihêztir bibê. Pirsiyara me eweye? Erê bi kêmkirina destkeftên Herêma Kurdistanê, aramiya siyasî li Iraqê de bihêztir dibê, yan xeraptir dibê? kijane? eve pirsiyara cewheriye, pirsiyar ewe nîne ku niha Herêma Kurdistanê dibêje nabê destûr bê guhertin, pirsiyara me li Herêma Kurdistanê ku li şûna xwe ye eveye. Erê kijan birgeya destûrê biguherîn xwepêşandan nayê kirin? Em amadene van guftûgo bikîn. Erê kijan birgeya destûre eger biguherîn jiyana xelkê Iraqê baştir dibê? Bi navê baştirkirina sîstema siyasiya Iraqê, pêşkêşkirina xizmetguzariyên zêdetir ji bo hemû Iraqê û baştirkirina jiyana xelkê ji Fawê heta Zaxo, me hîç kêşeyek nîne.

Pirsiyara cewherî eweye, gelo bi guherîna destûr û kêmkirina desthilata Herêma Kurdistanê ku armanca serekiya aramiya siyasiye, aramiya siyasî ji bo Iraqê tê desteber kirin? bersîva vê pirsiyarê gelek asayiye ku bibêjîn nexêr nabê. Ji ber ku destûr ne kêşe ye, belku li Iraqê da piştguhxistina destûrê û bi cîh nekirina destûrê kêşeyekî mezine.

Bila behsa Herêma Kurdistanê bikim, li Herêma Kurdistanê me sîstemek heye ku Federaliye, awayê têkiliya Bexda li sala 2003 ve heta niha, li hîç qonaxek da federalî nebûye. Ji wê yekê jî têdigihîn ki li sîstema federalî da Herêma Kurdistanê hem maf û hem erka xwe jî heye. Lê belê pirsiyara cewherî eweye ji 2003 ve heta niha gelo birastî têkiliya Iraqê li gel Herêma Kurdistanê li ser bingeha federalî bûye? Nexêr, hemû li ser bingeha merkeziyetê bûye, ku wate çend maddeya destûrî heye ku hatine bi cîhkirin û hemû hatine piştguh xistin?

Rastiyekî din jî heye, li 2003 dema Kurd biryarê da beşdar bê li Iraqê, li ser bingeha destûrê me wê biryarê daye. Li dîbaceya destûrê da gelek bi zelalî hatiye (bi cîhnekirina vê destûrê desteberiya yekîtiya axa Iraqe) ewên li destûrê de şarezane piştgiriya me dikin. Em wekî Herêma Kurdistanê li sala 2003 me rewşeke gelek taybet hebû. Raste em endamê Neteweyên Yekgirtî nebûn, her wiha pereyê me jî cûda bû. Em bi daxwaza xwe vegeriyan Bexdayê û me yarmetiya Iraqa nû da.

Xwedê jêrazî cenabê Serok Mam Celal, xwedê jêrazî cenabê Newşîrwan Mistefa û Serok Barzanî ji bo binyatnana Iraqê çi ji destên wan hat kirin û her wiha me Pêşmerge jî ji bo parastina Bexdayê şand heta li hinek cihên Bexdayê aramiyê berqerar bikin. Wate daxwaza Kurd ji bo binyatnana Iraqa nû tiştekî veşartî nîne. Îro jî ew kêşeya niha heye tenê bi kêşeya Bexdayê nabînîn, bi kêşeya xwe jî dizanîn.

Em li yek cografyayê dane û ewê li wir rûdide, bandora wê li ser me jî dibê û bi berevajiyê ve jî ewê li vir rûdide bandora wê li ser wir jî dibê û pêwîste bi aramî û bê tawanbarkirina hevdû, bêyî wê yekê bibêjîn destkeftên Kurd zêdeye û divê bê kêmkirin! kijan destkeft zêdeye û divê bê kêmkirin û kijan destkeftê Kurd rêgir bû ji dabînkirina kareba? kijan destkeftê Kurd rêgirî wê yekê bûye jiyanekî baştir ji bo Iraqiyan bê desteber kirin û kêşeya av li Başûr dirust bike? Eger bendekî wiha li destûrê de heye, bi xweşhaliyê ve amadene axaftinê li ser bikîn, ji ber ku em jî dixwazin Iraqiyan jiyanekî baştir hebê.

Di derbarê ewê pirsa ku gelo wekî Serokê Herêma Kurdistanê hewlên we yên ji bo yekrêziya aliyên siyasiyên Kurdistanê çi dibe? Serok Nêçîrvan Barzanî got:

Kêşeya me ji bo çendîn salan ji li psikolojiya me de, Bexda her hebûna xwe nebûye. Girîng nebûye ji bo me, rewşa Bexda çawaye, me girîngiyê pê nedaye. Bi raya min em şaş bûyîn û şaşe. Bexda bi her awayek bê şeriyetekî navdewletî heye û damezraweya xwe heye û endamê Neteweyên Yekgirtiye. Pêwîste em berdewam sûd ji wê şeriyetê ji bo Herêma Kurdistanê werbigrîn.

Xalekî din, bi giştî endamên Kurd yên li hemû hêzên Kurdistanî li Encumena Nûneran 58 nûnere. Lê belê her yek ji wan axaftinek û gotarekî heye. Ne PDK û ne YNK û ne Goran û ne Yekgirtûya Îslamî hîç aliyek ji me bi wê berbelaviyê nikarê rolekî xwe yê bi bandor hebê. Niha li Serokayetiya Herêmê bi spasiyê ve dibêjim, hemû serkirde û aliyên siyasiyên Kurdistanê komdengin li ser wê yekê ku fraksiyona Hevpeymaniya Kurdistanî li Bexda dirust bikîn. Civîna pêştir me biryarekî wiha daye û lîjneyek jî me dirust kiriye bi Serokayetiya birêz Mistefa Seyîd Qadir wekî yek ji Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê li gel lîjneyek li gel aliyan mijule û civînan kiriye û berdewamin. Em dixwazin wê hevpeymaniyê dirust bikîn, mebesta me ewe nîne gefê li hîç hêzekî Iraqî bikîn. Belku mebesta me eweye li rêya wê hevpeymaniyê ve em hemû bi pêkve bikarîn xizmeta hemwelatiyên Iraqê bi giştî bikîn û desteberê destkeftên pêkhatên cûdayên Herêma Kurdistanê bikîn. Ev pirse heta niha baş naçe û hêvîdarim li paşarojeke nêzîk da bikarîn wê hevpeymaniyê rabigihînîn.

Di derbarê rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û hewlên cenabê wî yên li vî derbarî de, birêz Serokê Herêma Kurdistanê wiha eşkere kir:

Li rûyê sozdariyê ve, guman li wê yekê da nîne, her Kurdek ewê dibînê li Sûriye û ew êşên li ser Kurd de tê li Sûriye pê nexweş nebê û hêvî dixwazê bi awayeke din bê. Bêguman li rêya xebat û berxwedana Kurd ve ku dijî Da’îşê kirin, komekî gelek şehîd û birîndar dan ji bo parastina Kurd û bi hemû pêkhatên dinê Sûriye, lê belê ji bo wê yekê ku em behsa niha bikîn, pêwîste piçek paşve vegerîn. Gelek mixabin, gelek pêwîste wekî Kurd, dîrok bi hûrî bixwînîn ji wê yekê ku fêr bibîn. Dema tiştek tê pêş, em bi awayeke xwezayî, barê dixîne stûyê xelkekî din, lê belê bi hûrî rewşa halê xwe naxîne ber rexneyan û me bi xwe li ku şaşî kir. Eger em wan şaşiyan bibînîn û bi hûrî lêkolîna wan bikîn, dikarîn hengavên paşarojê bi hûrtir bê. Dema kêşeya Sûriye destpêkir, şexsê min bi xwe li nav hemû pirsan bû. Li zêdetirê civînên kêşeya Tirkiye, li wê demê da kêşeya Kurd nebû li Sûriye, kêşe PKK bû. Ewan rû bi rû digotin, em nikarîn bi tu awayekî tehemmul û bergeya hebûna alaya PKK bikîn li sînorê xwe ya li gel Sûriye û berdewam vê nêrîn û raya xwe ji me re gotine. Me jî berdewam hewl daye birayên xwe yên li Sûriye têbigihînîn ku ewe şaşiyeke mezine.

Bila eve jî bibêjim Partiya Demokrata Kurdistanê wê demê peywendiyekî baş li gel PYD nebû, her wiha Tirk hatin û gotin em dixwazin hûn navberkariyê bikin û me yek daxwaz heye Kurd xwe ji PKK cûda bike. Mixabin PKK hewl da şeriyeta xwe li rêya Kurdên Sûriyê ve werbigrê. Li encamê da ew êşa li ser Kurd li Sûriye de hat, encama wê siyaseta şaş bû ku hate peyrew kirin.

Ez li peywendiya berdewam da me li gel General Mezlûm Kobanê, dema birêz Lavrov Wezîrê Derveyê Rûsya hate Hewlêr, min daxwaz jê kir hewl bide ji bo çareseriyeke aştiyane li gel Şamê û çareseriyek ku bikarê kêşeya Kurd li nav Sûriye çareser bike. Çendîn car bi telefon û li hevdîtina min ya li gel Mezlûm da, min tekez li ser ewe kiriye. Li gel rêzim ji bo biryara Serok Trump, lê belê kêşeya serekî ya Serok Trump eweye, nizanê ji bo çi hêzên Amerîka li Sûriyê ne. Amerîka hîç siyasetekî xwe yê zelal nebû di derbarê pirsa Sûriyê ve. Pirsa Da’îş pirsekî serekî bû. Bi spasiyê ve hêzên Amerîka hemû hewlek dan û yarmetiya me jî dan ji bo ji navbirina Da’îş. Em berdewam spasiya Amerîka û hêzên dinê Hevpeymaniya Dijî Da’îş li Ewrûpa ya bi serokayetiya Amerîka dikin ku bêyî wan me nedikarî û li Sûriye jî nedikarîn Da’îş têkbişkînin û yarmetiya me dan û spasiya wan dikîn.

Bi raya me kêşe divê li gel Sûriye bi awayeke aştiyane bê çareser kirin. Eve çareseriyekî diruste ji bo Kurdên Sûriye. Berî hatina birêz Lavrov min li gel birêz Mezlûm Kobanê axaft û min wê pirsê behs kir û ew jî rizamend bû ku wê pirsê li gel Lavrov bixim rû.

Kêşeya me li gel wan grûpane li gel artêşa Tirkiyê ne, bi ciddî em li vî derbarî de dilgiranîn, ji ber ew bi hatîna Efrînê tiştên heta tu bibêjî xerap rûda û dilgiranîn li wan tiştên ku li Sûriye rû didin. Dûyem tişt em li Herêma Kurdistanê bi ciddî dilgiranîn li hatina koçberan, me nêzîkî dû milyon koçberên Iraqê û penaberên Sûriyê hebû. Piştî wê hejmarê niha me milyonek û 100 hezar koçber û penaber heye.

Nîştecihên Herêma Kurdistanê nêzîkî bîst û neh û sîh ji sedê zêde kiriye. Giraniya darayiyeke zêde ji milyarek û pênçsed hezar dolar bû û eve jî ji bo Herêma Kurdistanê yekcar zêdeye. Dilgiraniyeke din ku bi ciddî jê dilgiranîn, pirsa Da’îşe, bi raya me wiha nîne Da’îş û fikra wê bi dawî hatibê. Niha jî em Da’îşê bi metirsiyekî mezin li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê dibînîn û pêwîste em li gel Bexda karên ciddî bikîn ji bo wê yekê ku nehêlîn Da’îş serî hilbide. Hewlên me berdewam dibê, berdewam li gel Îran û Tirkiye diaxivim, ewê bi me bê kirin ji bo kêmkirina êşên xuşk û birayên me yên li Sûriye dikîn. Ji bo wê yekê bikarîn ji wê rewşa ku têketine wan rizgar bikîn û êşên wan kêm bikin.

Lê belê tiştekî din heye ku ew jî eweye berpirsiyariya me Herêma Kurdistana Iraqe, em destêwerdanê li karubarê çi welatek de nakîn. Ne Sûriye û ne Tirkiye û ne Îran. Eger bikarîn fakterekî yarmetîder bîn ji bo wan cihên ku Kurd têda dijîn, dikîn, lê belê destêwerdanê nakîn. Me li gel PYD û ENKS axaftiye, me daxwaz kiriye yekgirtî bin û bi pêkve kar bikin û wan yek gotar hebê. Eger bi pêkve bin dikarin li pirsa destûra Sûriyê de destkeftên baştir bi dest ve bînin.

Rêzdar li beşekî dinê panelê da behsa kêşeya Kurdî li Tirkiye kir û wiha ragihand:

Kêşeya Kurd li Tirkiye kêşeyekî ciddiye. Em wekî Herêma Kurdistanê me rolekî bilind dît, li proseya aştî li Tirkiye destpêbike. Niha jî li hemû hevdîtinên me yên li gel berpirsên Tirkiyê de, vê pirsê me piştguh nekiriye. Lê belê em dixwazin bi tenê yarmetîder bîn, em zelal bûn li gel wan ku kêşeya Kurd divê bi aştiyane û dûrî tundutîjiyê li Tirkiyê bê çareser kirin, peyama me niha jî nehatiye guhertin. Ev kêşe bi çareseriya serbazî nayê çareserkirin, divê aştiyane bê û li çarçêweya welatê Tirkiyê de bê çareser kirin.

Ev axaftinên ku pêwîst bûye li gel General Mezlûm bikin, me kiriye, ewan jî pêwîst bûye, guh lê bê, guh lê bûye û berdewam jî dibîn. Eve jî bi wê wateyê nayê ku em bixwazin rê nîşa wan bidîn, belku me ezmûnek heye. Li gor ezmûna xwe hewl didîn ewê başe ji bo wan wê rêyê nîşa wan bidîn. Me gelek li gel hevdû axaftiye û gelek jî rastgoyane me axaftiye û ewê pêwîst bûye me behs kiriye û berdewam jî dibîn û ewê pêwîst jî bê me kiriye û berdewam jî dibîn.

Her wiha rêzdar behsa yekrêziya navxweya Herêma Kurdistanê kir û got:

Eve bi tu awayekî pêwîst nake li rêya civînên rojnamevaniyê ve li gel hevdû bipeyvin, rêk bila bême ser babetê, Yêkîtî û Partî(PDK) li proseyekî dûr û dirêj da gihîştine van peywendiyan. Me kêşeyên gelek cûr bi cûr hebû li van çend salan da û peywendiyan gelek bilindî û nizmî hebûye. Lê belê prose berdewam bûye û qût nebûye. Bila ji bîr nekîn, li berê de dema kêşeyek li navbera Partî û Yêkîtî da dirust dibû ewên li bîra wan tê dizanin ku raste rast hêvî ji bo çekan dibirin, tirs ewe bû şer dirust dibû.

Me dît li xeraptirîn rewşa têkçûna peywendiyên PDK û YNK da, kes li bîra hilpêkirina şer nekir ku carekî din xwedê neke şerê navxweyî rûbide. Em gelek bi ciddî dipeyvin û rexne li hevdû digrîn, lê belê her dû aliyan negihandiye wê yekê ku kêşe bigihe kêşeyekî çekdarî û xelk dilgiran bibê. Ewê niha heye ez we piştrast dikim ku cihê wê yekê nîne dilgiran bibin û çareser dibê û peywendiya di navbera PDK û YNK gelek ji wê yekê kûrtire. YNK hevbeşekî serekî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Peywendiyeke gelek baş li navbera Serokê Hikûmet û Wezîran de heye û wekî yek tîmin bêyî temaşa wê yekê bikin ku eve ser bi çi aliyeke. Serok Wezîr û Cîgirê Serok Wezîr jî wekî tîm bi pêkve kar dikin û peywendiyên wan heta bibêjî başe. Hîç pêwîst nake civîneke rojnamevaniyê bibê cihê axaftina YNK û PDK li gel hevdû. Mekanîzmên din heye û civînên din dibê û ew tiştên niha jî tê behs kirin gelek bi hêsanî têne çareser kirin. Ewên niha hene, ji kêşeyên berê ne mezintirin.

Ez dilgiran nînim li vî derbarî de û me hîç çareseriyeke din nîne neku tenê Partî û Yêkîtî belku her hemûyan, îro aliyên rikeber jî beşdarî civînan kirin ku li Hikûmetê da jî nînin, lê belê ji metirsiya rewşê têdigihin û bi navê destkeftên destûriyên Herêma Kurdistanê bi hemû pêkhatan ve amadeyê civînê bûn û beşdariyeke çalak jî kirin heta bigihîn encamek li berjewendiya hemû pêkhatên Herêma Kurdistanê da bê.

Di derbarê proseya danîna destûra Herêma Kurdistanê û hêza Pêşmerge de, rêzdar eşkere kir:

Destûr ji bo Herêma Kurdistanê gelek girînge, mixabin me demeke zêde vala çû ku me destûr nenivîsî. Îro yek ji karên pêşînên Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Hikûmet û Parlemena Kurdistanê û hêzên siyasiyan, pirsa destûre, îro li gel xanima Rêwaz Fayiq Seroka Parlemena Kurdistanê me behsa vê pirsê kiriye. Li paşarojeke nêzîk da dest bi hengavên kirdarî ji bo nivîsîna destûrê tê kirin.

Pirsa hêzên Pêşmerge pirsekî girînge, pirsa bi damezraweyî kirin û rêkxistina Pêşmerge yek ji pirsên me yên girînge. Wezareta Pêşmerge li gel Hevpeymanan, Amerîka û Fransa û Almanya û Brîtanya û Holenda welatên din lîjneyekî taybetî ji bo rêkxistina hêzên Pêşmerge hatiye danîn û ew yarmetiya me didin li vî derbarî de. Dest bi proseyê hatiye kirin û wekî ku min li axaftina xwe de jî behs kir pirsa rêkxistina hêzên Pêşmerge li karê pêşînên hikûmet û Serokayetiya Herêmê dibê û bi ciddî kar li ser dikîn û bi hêviya xwedê li vê demê da encamên wê dibînîn.

Paşê rêzdar bersîva çend pirsiyarekî amadebûyan da got:

Wekî min got aliyên Kurd bi hemûyan ve li sala 2003 û paşê jî rolekî serekî li dariştina Iraqa nû da dîtin û îro jî piştrastbin ji wê yekê ku ewê bi me bê kirin li Herêma Kurdistanê encam didîn. Her wiha ewê wiha pîşan didin ku me hebûnekî wiha li Bexda nîne, piştî wan hemû rûdanên li Herêma Kurdistan û Iraqê di dema wan çend salên derbasbûyî de rû dan, li navbera xwe îro gihîştîne têgihîştinekî hevbeş, neku tenê Kurd belku li navbera wan hemû pêkhatên li Iraqê da dijîn ku çawa bikarîn vî welatî birêve bibin û rola xwe zêdetir û amadehiya xwe li Bexda zêdetir dikîn ku ewê niha heye û hebûna me zêdetir dibê û hemû jî ji bo yarmetîdana gelê Iraqê bi hemû pêkhatên xwe ve ye.

Em nabêjîn modela birêvebirina Herêma Kurdistanê hîç kêmasiyeke nîne, înkara wê yekê nakim, li Herêma Kurdistanê kêşe heye, lê belê eger beramberî bikîn li navbera niha û salên derbasbûyî da li pirsên şefafiyet û neft û çaksazî û warên din da, dibînîn hinek hengavên gelek girîng ji bo bi cîhkirina çaksaziya li Herêma Kurdistanê hatine avêtin û bila evan bi kêm nebînîn. Me li van çend salan da hengavên girîng avêtiye. Lê belê hengav bes nînin û divê berdewam bîn. Li çar, pênç salên derbasbûyî da me nekariye tiştên mezin bikin. Tenê me kariye xwe ji nemanê rizgar bikîn. Ji bîra we neçê li çend salên derbasbûyî da (1.100) km li şer da bûyîn li gel Da’îş. Ji bîra we neçê dû milyon koçber û penaberên Iraqî û Sûrî hatibûn Herêmê û wekî min got sedî bîst û nehê nîştecihên Herêma Kurdistanê zêde kir. Ji bîra we neçê li van şeran da û ji bo bergirîkirina xwe me (2) hezar şehîd û (11) hezar birîndar daye. Ji bîra we neçê bo hecêta wê yekê ku Herêma Kurdistanê neft henardeya derve kiriye li destpêka sala 2014 budçe û mûçe bi tevahî ji aliyê Bexda ve hate birîn, di demek da li meha 5ê wê salê me neft henarde kiribû.

Eger ew têgihiştina bilinda hemwelatiyên Herêma Kurdistanê nebûya, eger ew têgihiştina mûçexorên Herêma Kurdistanê nebûya, zehmet û estem bû hîç hikûmetek li cîhanê bergeya wê rewşê girtiba. Eve serkeftina Serokê Hikûmet û Cîgirê wî nebû, serkeftina xelkê bû. Îro mesele ewe nîne Bexda ji bo me girîng bê ku budçe û mûçe ji bo me dabîn dike. Belku Bexda li rûyê siyasî û şeriyeta yasayî ve ewê pejirandiye ku divê em kêşeyên xwe li Bexda çareser bikin li ser bingeha destûrê û peyam û pêgîriya xwe jî me bi destûrê ji bo çareserkirina kêşeyan çendîn car dûpat kiriye. Xemxuriya me ji bo Bexda tenê ji ber Herêma Kurdistanê nîne, belku ji ber Iraqiyan bi xwe ye û rewşa Iraqê ye jî û em wekî Herêma Kurdistanê dikarîn rola xwe bibînîn.

Birêz Serok Komar ku îro kerem kiribû gelek bi zelalî pirsa guherîna destûrê li gel aliyên Iraqiyan ji bo me şîrove kir ku dixwazin destûrê biguherin. Lê belê eger mebest ewe bê destkeftên Kurdistanê kêm bikin, wê demê nabê û em jî bi tu awayekî qebûl bikin û eve jî gef nîne li kesekî bikîn. ji ber ku her guhertinek bi armanca ewe tê encamdan ku aramiya siyasî li Iraqê cîgîr bibê û eve jî bi tu awayekî bi kêmkirina destkeftên Herêma Kurdistanê li destûra Iraqê pêknayê. Wate pêwîst nake em behsa wê pirsê bikin û li wê baweriyê dame hêzên Iraqiyan jî mebesta wan ewe bê. Lê belê her maddeyekî destûrî ku rewşa Iraqê baştir bike û xizmetên zêdetir pêşkêşî hemwelatiyên Iraqê bike, piştgiriyê dikîn û me pê xweş jî dibê.

Dema ewe hatiye me li Bexda hebûnekî ciddî hebê û her wiha jî dikîn û me destpêkiriye û berdewam li peywendiyêdayîn li gel Serok Wezîr û aliyên dinê siyasî li Iraqê. Li gel cenabê Serok Komar ku xwe bi berdewamî li gel serkirdeyên siyasiyan li peywendiyêdaye û ji bo wê yekê ku bikarê kêşeyan çareser bikin û hêvî naxwazîn rewşa Iraqê aloz bibê. Em bawerin pêwîst bi wê yekê dike zêdetir girîngiyê bi çaksaziyê bidîn û birêz Serok Wezîrê Iraqê behsa çaksaziyê dike û hêjayî eweye derfeteke din pê bê dayîn li pirsa çaksaziyê da û li vî derbarî de divê hêzên siyasî yarmetiyê bidin.

Bila em behsa rastiya Iraqê bikin, ew jî eweye ku ewê Serok Wezîr dikare encam bide gelek sînordare. Serok Wezîr heta çi radeyê kariye Wezîrek deyne? hemû ji aliyê aliyên siyasiyan ve hatiye danîn û kandîd ji bo wî şandine heta bikarê bike Wezîr. Birastî sîstema siyasî ya Iraqê ewe nîne ku ji ber ku ew Serok Wezîre, kontrol li deste! ez bawerim kêşeya mezin li vir daye, ewên niha li Iraqê berpirsiyariyê werdigrin û dibin Wezîr zêdetir çaverêya ewene ku ji bo partiya xwe çi dikin û çi bi wan tê kirin! ya ewe nîne bibêjî ji bo Iraqê çi dikin! Serok Wezîr jî desthilatekî kêm heye, ne hizbekî li pişte û ne blokekî bihêz heye, belku li encama hevbeşiya aliyên li nav Parlemen bûye Serok Wezîr û kes jî piştgîriyê lê nake! Gelo çawa dikarê serkeftî bê û çawa dikarê vî welatî birêve bibe? Ew pêwîstî bi piştgîriya siyasî ya hemû hêzan heye.

Wekî kesayetî jî birêz Adil Abdulmehdî hêjayî eweye derfetekî din pê bê dayîn û piştgîriyekî tevahî lê bê kirin. Ji ber ku ewê niha li gel tê kirin ne piştgîriye û aliyên beşdarbûyên nav hikûmeta Iraqê jî yarmetiya Serok Wezîr nadin. Hemû demê dibêjim li her qeyranek da derfetek heye. Evê niha qeyranekî mezine, lê belê li heman demê da derfetekî mezine jî ji bo Iraqê ku bi ciddî rûnin bêyî tometbarkirina hevdû û welatên din kêşeyan çareser bikin. Ji ber ku bi tometbarkirina hevdû û bi anîna destê welatan, kêşe çareser nabê.

Eger li Herêma Kurdistanê ve tiştek, plangeriyek dijî Bexda tê encamdan, wekî Herêma Kurdistanê em amadene ji bo hemû lêkolînek, ji ber ku em naxwazin Herêma Kurdistanê bibê cîheke ji bo plangêrî li ser Bexda. Me eve nekiriye û li paşarojê da jî nakîn. Eger zanyariyek heye amadeyîn û bi ciddî li ser radiwestîn. Carek yek ji min re got her ku tiştek dibê dibêjin xetayê filan welate, başe eger sedî heftih xetayê wî welatî bê ewe sedî sîh xetayê we bi xwe ye. Rûnin wê sedî sîhê çareser bikin. Ez jî heman tiştê dûbare dikim li şûna hevdû tawanbarkirinê bila rûnîn û derfetan peyda bikîn û çareser bikîn.