Nêçîrvan Barzanî dakokiyê li ser proseya aştî ya li Tirkiyê kir

News
- 8 September 2019

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê dûpat kir ku niha dema aştiye û pirsa Kurd li Tirkiye divê li rêya aştiyê ve bê çareser kirin, ji ber ku şer tu tiştek çareser nake û nabê tu derfeteke ji bo aştiyê li Tirkiyê ji dest bê dayîn.

Serok Nêçîrvan Barzanî li hevdîtineke li gel şandekî Partiya Demokratîka Gelan HDP ya bi Serokayetiya birêz Sezayî Temellî, Hevserokê HDP ku berî nîvroya îro yekşem 08/09/2019 li Hewlêrê birêve çû, tekez li wê yekê kir ku li hewlên ji bo destpêkirin û serxistina proseya aştî li Tirkiye berdewam dibê û bi navê da jî her çi pêwîst bê, kêmasiyê nakin.

Ji aliyê xwe ve şanda HDP ji bilî pîrozbahiya li Serok Nêçîrvan Barzanî ya ji bo destbikarbûna wekî Serokê Herêma Kurdistanê, hêviya serkeftinê ji bo rêzdar xwest û spasî hewlên derbasbûyî û niha ya birêz Nêçîrvan Barzanî ya ji bo aştiyê kir û dûpat kir ku aştî li berjewendiya tevahiya gelên Tirkiyê daye û gelê Kurd xwazyarê aştî û çareseriya aştiyane ye.

Li hevdîtinê de her dû alî rewşa navçeyê bi giştî û çend pirsekî din guftûgo kirin.