Nêçîrvan Barzanî û Jeanine Plasschaert rewşa Iraqê nirxandin

News
- 13 January 2020

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo her hevkarî û hemahengiyek bi mebesta vegerana aramiya Iraqê derbirî û tekez li ser pêwîstiya li ber çavgirtina daxwazên rewayên xwepêşanderan kir.

li hevdîtineke li gel xanima Jeanine Plasschaert Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê ku nîvroya îro dûşem 13/01/2020 li Hewlêrê birêveçû, her dû alî pêşhat û aloziyên dawî ya Iraq û navçeyê, xwepêşandanên Bexda û parêzgehên dinê Iraqê û daxwaziyên wan, metirsiya serhildana terorê û gefên wan û helwesta Herêma Kurdistanê ya li vî derbarê de xistin ber behs û guftûgoyan.

Nirxandina rewşa niha ya navçeyê bi giştî û plana Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletî ya ji bo hevkarîkirina Iraqê ya li vê qonaxê da, peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û çareserkirina kêşeyan li rêya guftûgo û diyalogê û çend pirsekî dinê di derbarê rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, aliyekî dinê vê hevdîtinê bû.