Serokê Herêma Kurdistanê dakokiyê li mafê pêkhatan kir

News
- 17 May 2020

Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî piştrastkirina wan û nîşandana hemû piştgiriyekê xwe û Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya ji bo pêkhatên neteweyî û olî, dûpat kir ku ew welatiyê resenê Herêma Kurdistanê ne û divê rêz li biryara wan bê girtin û azadiya wan parastî bê. Her wiha nabê bibin beşek ji nakokiyên siyasî, her wekî çawa nabê û nayê qebûl kirin jî êrîşî wan bê kirin.

Îro yekşem 17.05.2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nûnerên Pêkhatên Neteweyî û Olî yên Herêma Kurdistanê li Parlemen û Hikûmetê kir.

Li civînek da, Nûnerên Pêkhatan, nêrîn û têbînî û raya xwe ya ji bo rewşa niha ya Herêma Kurdistanê xistin rû û behsa rol û pêgeha pêkhatan li jiyana siyasî û kargêriya Herêma Kurdistanê da kirin. Her wiha tekez li ser parastina maf û hêjayiyên wan yên li warê nûnerayetîkirina wan li saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê û desteberkirina hêjayî û berketiyên kargêriyên wan da kirin.

Nûnerên Pêkhatan ji bilî dûpatkirina pêzanîn û spasguzariyên xwe yên ji bo Serokayetiya Herêma Kurdistanê ku wekî sêwana komker ya hemû aliyan û pêkhatane û bi navê pêkvejiyan û tebayî û hevdû qebûlkirina li Herêma Kurdistanê kar dike, çendîn kêşe û giriftan jî xistin rû ku li rûyê siyasî û kargêrî ve rûbirûyê wan dibin û balkişandin li ser kêmasî û pêdiviyên xizmetguzariyên li çend navçeyekê û daxwaz kirin ku Serokayetiya Herêma Kurdistanê dûvdaçûn û çareserkirina wan da, hevkar û yarmetîder bê.

Ji aliyê xwe ve birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê tekez li ser parastina yekrêzî û tebayî û pêkvejiyan û hevdû qebûlkirin û cêgirkirina maf û hêjayiyên pêkhatan li destûra paşerojê ya Herêma Kurdistanê da kir û hebûna pêkhatên neteweyî û olî yan cihê şanazî û dewlemendî û wêneyekê xweşika Herêma Kurdistanê da zanîn ku divê bê parastin û berevanî lê bê kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî her wiha dakokiyê li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê li rewşek da derbas dibe ku gelek pêwîstî bi aramiya siyasî û yekrêzî û tebayî û karê pêkveyî ya hemû aliyên siyasî û pêkhatan heye, ji bo ku hemû pêkve li gel Hikûmet û saziyên Herêma Kurdistanê hevkar bin û hewla derbaskirina dijwariyên vê qonaxê bidin. Ji bo vê mebestê jî Serokayetiya Herêma Kurdistanê li gel hemû alî û pêkhatan û li gel Parlemen û Hikûmet li kar û hewlên xwe de berdewam dibe.