Daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê

News
- 15 January 2020

Birêz Hesen Nesrulla Emîndarê Giştî yê Hîzbullahê Lubnanî li gotarek da dûrî li şêwaz û etîketa siyasî, bi awayeke nehêja di derbarê Serok Mesûd Barzanî û qurbanîdan û qehremaniyeta Pêşmerge de, axaftiye. Cihê daxê ye kesekekî wekî birêz Nesrulla bêyî berçavgirtina rola dîrokiya Serok Barzanî ya li berengarbûna rejîma dîktatorî û rola meydaniya li têkşikandina Da’îş da, bi vî awayî hestê gelê Kurdistanê birîndar bike.

Serok Barzanî hemû temena xwe li berengarbûna sîtem û sîtemkaran û bi navê azadiya gelê xwe da bexşiye, li şerê berengarbûna Da’îş da jî wekî Fermandeyê Hêzên Pêşmerge bi awayeke raste rast û meydanî û li gel hêzên Pêşmerge li sengerê da, roleke qehremanane nîşanda ku hemû gelê Kurdistanê û gelek ji serkirdeyên cîhanê ji bo azayetiya Pêşmerge û cenabê Serok, şahidiyê dan.

Gelê Kurdistanê herdem hevkariyên dostên xwe ji bîr nake û dizanê û spasî wan hemûyan dike ku li şerê dijî Da’îş da yarmetiya Herêma Kurdistanê dane, bi rêzê ve li wê piştgîriya wan dinêre û qet ji bîr nake.

Gelê Kurdistanê û Pêşmerge zêdetirê sed saleke berengariya mezintirîn û dirindanetirîn êrîşa qirkirinê bûne, li şerê Da’îş da jî Herêma Kurdistanê parast û beşdar bûn li parastin û rizgarkirina gelek cihên dinê Iraqê. Îro jî parastina aştî û pêkvejiyanê û berengarbûna terorê, bi erkê xwe yê herî pêşî dibînin. Di demek da rewşa navçeyê wiha dixwazê em hemû kar ji bo nermkirin û vegerana aramiyê bikîn.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
13/01/2020