Daxuyaniya civîna her sê Serokayetiyên Herêma Kurdistanê

News
- 8 January 2020

Li çarçêweya civîna xwe ya dewrî ya îro çarşem 08/01/2020 da, her sê Serokayetiyên Herêma Kurdistanê, li Serokayetiya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê civiyan.

Li civînê de pêşhatên dawî ya Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê xistin ber behs û nirxandineke hûr ji bo rûdanan û helwesta Herêma Kurdistanê kirin. Li vê çarçêweyê da her sê Serokayetiyan, dilgiraniya xwe ya kûr ji bo geşbûna rûdanên navçeyê derbirî. Di demek da ku metirsiya terorê berfirehtir bûye û gefa raste rast li ser Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê de heye.

Di derbarê rûdanên çend rojên derbasbûyî û bi taybetî pêşhatên vê berî sibehiyê jî Herêma Kurdistanê tekez dike ku rêkarên serbazî bi tu awayekê kêşeyan çareser nake. Herêma Kurdistanê li gel aramkirina rewşê û diyalog û çareseriya dîplomasiyaneya kêşeyan û aramiyê ye. Daxwazê jî ji hemû aliyek dike Herêma Kurdistanê ji gengeşeyên xwe bi dûr bigrin.

Herêma Kurdistanê piştevaniya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê ya ji bo berdewamiya berevanîkirina terorê û rûbirûbûna wan bi pêwîst dizanê. Bi taybetî ku li çend mehên derbasbûyî de livîn û kirdarên terorîstan zêde bûne. Ji bo wê yekê daxwazê dike civaka navdewletî bi tu awayekê rê nede teror serî hilbide.