Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

Nêçîrvan Idrîs Barzanî, neviyê rêberê neteweyî yê Kurd Mistefa Barzanî ye. 21ê Îlona 1966an li herêma Barzan hatiye dinê. Barzanî cîgirî serokê Partiya Demokrata Kurdistanê û duyem serokê Herêma Kurdistanê ye piştî ku sala 2005an saziya serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye avakirin. Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê yê kabîneya heştemîn (2014-2019), kabîneya heftemîn (2012-2014), kabîneya pêncemîn (2006-2009) û kabîneya çaremîn (1999-2006) bûye. Herweha di kabîneya sêyemîn de jî (1996-1999) cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê bûye.

Nêçîrvan Barzanî li kolêja zanistên siyasî ya zanîngeha Tehranê dest bi xwendinê kir, lê ji ber hin sedemên siyasî û taybet nikaribû berdewam bike. Barzanî li Welatên Yekbûyî yên Amerîkayê ji aliyê zanîngeha Washington & Jefferson ya li Pennsylvaniayê ve, bi pileya doktoraya şanaziyê hate xelatkirin. Zimanên Kurdî û Farisî rewan, herweha jî zimanên Erebî û Înglîzî baş dizane. Barzanî zewicî ye û bavê pênc zarokan e.

Nêçîrvan Barzanî ji bona avakirina civakek aşîtîxwaz û pêşketî û modern ku bi kûrî di beha û jiyana wî ya siyasî de reng vedaye, têkoşiya ye. Herweha ji bona avakirina civakekê têkoşiya ye ku jiyaneke bi hev re ya hemû pêkhateyên olî û netewî yên li herêmê hebe. Di heyama serokatiya wî de hewldana wî her ew bû ku bikaribe proseya siyasî bi awayekî aşîtiyane û sazkar li gel hevkarî û beşdariya hemû aliyan li ser bingehên wekheviyê bibe serî. Daxwaz û armanc û vîzyona wî ji bo welatê xwe pêkanîna demokrasî û aşîtî û aramiya siyasî ye û li aliyê din di heman demê de jî li gel Iraqê hevkarî ye ji bo geşedan û pêşvebirina proseya siyasî û pêkanîna aştiyeke bi tevahî li hemû Rojhilata Navîn.

Bi pêşengiya Nêçîrvan Barzanî wek serokwezîr, çi di warê ewlehiya kesî, çi di warê parastina mafên mirovan û çi di warê pêşdebirin û parastina mafên jinan û yê azadiya ragihandinê de, herweha ji bo rêgiriya li ber tundûtûjiya navmalê, bi dehan yasayên giring derketine. Heweha rola Barzanî ya sereke ji bona parastin û xurtkirina pirrnetewî û pirrolîtî û bihevrejiyana aşîtiyane hebûye.

Bingeha sereke ya siyaseta derve ya Nêçîrvan Barzanî bihêzkirina aşîtî û aramiya herêmê û girîngîdana bi hevkariya navneteweyî û herêmî ye ji bo berbirûbûna terorê û bicihkirina aşîtiyê, vê siyaseta wî jî wisa kir ku bêtirî (30) welatan nûneriya xwe ya fermî li Herêma Kurdistanê vekin.

Her di dema rêveberiya Nêçîrvan Barzanî de wek serokwezêr, bi hezaran dezgehên perwerdeyî û tendirustî, projeyên veguhastinê û balafirxaneyên modern, sîstemên elektrêkê, pakkirina avê û torên gihandinê yên têlî hatin avakirin. Herweha roleke wî ya girîng ya ji bo damezirandina pîşesaziya neftê hebû ku bi dehan kompanyayên nêvneteweyî tê de beşdar bûn wek Exxon Mobil, Chevron, Total û Gazprom Neft.

Ji sala 2014an û vir de, dema çar salên êkcar giranên krîza darayî, di demekê de ku Bexdayê butçeya Herêma Kurdistanê qut kiribû, li aliyê din jî daketina buhayê neftê li seranserê bazara cîhanî bandoreke nerênî li dahatê giştî kir, bi ser de jî êrîşên terorîstî yên DAIŞê û reva du milyon aware û penaberan ji deverên şer ber bi Herêma Kurdistanê ve rewşek pir giran derxistibû, Nêçîrvan Barzanî karibû bi awakî aktîv rêberiya Herêma Kurdistanê bike û ji ser kinarê rûxiyanê vegerîne.

Rêzdar Barzanî, ji bo xurtkirina têkiliyên bi Bexdayê re û parastina statuya Herêma Kurdistanê ku piştî referanduma serbixwebûnê ya 2017an ketibû nav metirsiyeke mezin, roleke giring lîzt. Siyaset û helwêstên Nêçîrvan Barzanî bûne sedem ku derfeteke mezin ya çareserkirina problemên Herêma Kurdistanê û Bexdayê di çarçoveya destûra Îraqa fereral de çê bibe.